Bi sedan şêniyên Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re nîşan da.
Di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê amade bûn.
Çalakvan li Çerxerêya Cisir a li naverasta Kîsre kom bûn û ber bi qada heclisa herêma rojavayê bajarok ve meşiyan.
Li vir, daxuyanî hat xwendin, piştgiriya bi Rêveberiya Xwser û QSD’ê re hat nîşandan û weha hat gotin:
Bi serkeftinên QSD’ê ala serbilindiyê ji bo azadiya mirovan hat hildan.
Rêveberiya Xweser jî êdî bûye dergehê mezin ê azadiyê û bû jêdera jiyana hevbeş û aktîfkirina civakê.
Dawiya daxuyaniyê hat gotin ku şaristaniya neteweya demokratîk veguherîna cîhanê, ew jî bi rêya amadekirina zanistî û felsefî ku rêber Abdullah Ocalan amade kirine.
Rêveberiya xweser nûnertiya me dike û em bi QSD’ê re ne.