Şaredariya Gel a Şedadê dest bi çêkirina xetên kanalîzasyonê kir

Şaredariya Gel a Şedadê li taxên başûrê navçeyê bi dirêjahiya 2 hezar û 700 metre dest bi projeya çêkirina kanalîzasyonan kir.

Di projeyê de xetên kanalîzasyonê yên zirar dîtine û rîgarên di kanalîsazyonên sereke de, bi dirêjahiya 2 hezar û 700 metre hatin guhartin û çêkirin.

Endamê rêveber ê beşa pîşeyî ya Şaredariya Gel a Şedadê Emîn Bîlal wiha got:

Ev proje temamkirina projeyên kanalîzasyonê ye ku berê hatine destpêkkirin û dê di 40 rojî de bi dawî bibe.

Ji ber şerê li herêmê xetên Kanalîzasyonan zirar dîtine, li kêlek wê jî ev xet zêdetirî 40 salan hatine avakirin. Di encamê de hatin telefkirin û xerab bûn.

Şaredariya Gel a Şedadê gelek projeyên kanalîzasyonan li taxên başûr û bakurê bajêr di demeke berê de pêk anîn û bi rêya wê nêzî ji sedî 80 ji torên kanalîzasyonên sereke sererast kirin.

Back to top button