Rêxistina Mafê Mirovan: Heta niha di xwepêşandanan de 378 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 378 kes hatine kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku tenê di hefteya dawî de 40 kes ji aliyê hêzên Îranê ve ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne hatine kuştin.

Ji kesên ku heta niha hatin qetilkirin 47 zarok in û 27 jê jin in.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, xwepêşanderan bi sûcên bêbingeh tewanbar dike.

Ajansa Hirana ku taybet ya Mafê Mirovan a Îranê ye jî îro hejmara dawî ya kesên di êrişa hêzên Îranê de hatine kuştin, belavkir.

Li gorî ajansê ji 17’ê Îlona 2022’yan heya 18’ê Mijdara 2022’yan 18 jê zarok herî kêm 402 kes di encama êrişên hêzên Îranê de hatine kuştin.

Her wiha heta niha 524 xwendekar jî dinavde 16 hezar û 813 kes hatine binaçvkirin, lê ji vana tenê nasnameya 2 hezar û 756 kes diyarin.

Back to top button