​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Em ê li ber xwe bidin û herêmên xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku mafê her kesê heye ku li ber xwe bide û parastina xwe bike heke dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên domdar li dijî herêmê daxuyaniek da û got: Teqîna Stenbolê tewanbarkirina Rêveberiya Xweser bi pêkanîna vê êrişê, di dema ku hemû saziyan gotin ku ti têkiliyan wan bi vê sûcê tune ye û ew êriş şermezar kir, lê dîsa jî tejîma Tirk bi îsrar e ku derewan bike.

Ji vir eşkere dibe ku êriş ji aliyê saziyên îstixbaratê ve plankirî ye.

Lê dewleta Tirk piştî wê êrişê, dîsa gef li herêmê xwar ku êrişî herêmê bike.

Ji van gefan armanc dike, tevliheviyê li herêmê derxe û hewldanên navneteweyî yên şerê li dijî terora navneteweyî têk bibe.

Em bang li gelê herêm êdikin ku bibin yek û li hember hemû lîstok û planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Back to top button