“Êriş ji bo birêxistinkirina DAÎŞ’ê ye “

Berdevkê Rêveberiya Xweser Lûqman Ehmê ,Endama Desteya Serokatî ya PYDʹê Foza Yûsif û Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed li dijî van êrişan bertek nîşan dan Di axavtinan de bang li gel hat kirin ku li hemberî êrişên qirkirinê li gel Rêveberiya Xweser û QSDʹê re bisekinin.

Bertekên tund li dijî êrişên Dewleta Tirk ên li ser herêmê derdikevin ..

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lûqman Ehmê li ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

Ehmê ragihand ku êrîşên li ser herêmê têne kirin hewldanek ji bo parastin û birêxistinkirina DAÎŞ’ê ye û got:

“Divê bê zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ji rêzê nînin.

Ev êrîşên dewleta Tirk gavek ji bo hilanîna tola DAÎŞ’ê ye.

Armancên van êrîşan jî li dijî kombûna eşîrên Sûriyeyî ye..”

Lokman Ehmê tekez kir ku Gel û hêzên QSD’ê wê bersivê bidin van êrîşan.

Divê gelê me aram be û amade be ku bersivê bide êrîşan.”

Foza Yûsif: Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin

Endama Desteya Serokatî ya PYDʹê Foza Yûsif jî bertek nîşan da û got :

“Ev êriş beşek ji siyasetên qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî me pêk tîne.

Divê gel li hemberî siyaseta qirkirinê helwestekê nîşan bidin..

Bila tevahî cîhan bizanibe em ê parastina xwe bikin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin.”

“Jin wê serî li ber êrişên faşîst netewînin “

Li hêleke din Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed jî peyamed da ..

Remziye Mihemed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê nîşaneya têkçûna li hemberî gerîlayên azadiyê ye..

Remziye got :

“Di her êrîşê de destpêkê jin ên pêşeng dikin hedef.

Lê belê nekarîn berxwedanê bişikînin, berevajî berxwedan xurtir bû.

Jinan li hemberî êrîşên faşîst serî netewandin û wê netewînin.

Saziyên demokratîk divê li hemberî bêdengiya dewletan tevlî têkoşînê bibin. ”

“Hêzên me wê bersivê bidin êrişan”

Remziye Mihemed destnîşan kir ku wê bi YPJ, YPG û QSD’ê bersiveke mezin bidin bêdengiya dewletên navneteweyî ..

Her wiha bang li her kesî kir ku dakevin qadan û bi şev û roj li ber xwe bidin.

Back to top button