EMCED OSMAN: TIRKIYE BI ÊRÎŞA XWE, ALÎKARIYA MEZINKIRINA TERORÊ DIKE

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê têkildarî gefên Dewşleta Tirk li herêmê, destnîşan kir ku, wê encamê şerekî li herêmê li ser herdû aliyan giran be..Ji lewre divê çareserî bi riya diylogê be.

Berdevkê MSD’ê Emced Osman diyar kir ku, aramnca Dewleta Tirk tinekirina Kurdan û pêkhateyên herêmê ye.

Ew hewl dide bûyerên li Efrînê çêdibin, li vir dubare bike.

Osman hişyarî da ku, bi êrîşa Tirkiyê re, QSD’ê neçar e sînor biparêze û wê berxwedaneke mezin bike.

Ev yek jî wê rê li ber vejnadina komên çete li herêmê veke û xwe ava bikin.

EMCED OSMAN: ENCAMÊN ŞER WÊ GIRAN BIN, A RAST DIYALOG E

Emced Omsan tevgera Tirkiyê bi têkçûna siyaseta wê ya hindir û derve ve girê da û destnîşan kir, Dewleta Tirk bi şerekî hewl dide, binketina xwe veşêre.

Lê belê wê encamê vî şerî ji bo herdû aliyan giran be.

Ji lewre Osman teqezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalogê kir.

EMCED OSMAN: DIVÊ REJÎMA SÛRÎ ROLA XWE BILÎZE

Berdevkê MSD’ê Emced Osman bal kişand ser helwesta Rêjîma Sûrî jî û diyar kir ku, ji ber lawazbûna wê, nikare hewlesteke tund li dijî van gef û êrîşan nîşan bide..Lê dem hatiye ku, Rêjîm bi erka xwe ya exlaqî rabe û axa Sûriyê biparêze.

Leave a Reply

Back to top button