QSD’Ê 38 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI DÊRA ZORÊ GIRTIN

Di encama operasyonên hemwextî hev, 38 çeteyên DAIŞ’ê yên dixwestin ewlehiya herêmê têk bibin û êrîşan pêk bînin, ketin destê şervanên QSD’ê.

Navenda Raghandina QSD’ê ragihand ku, yekîneyên Antî teror bi koordîneya bi hêzên Koalîsyona navdewletî re, çend operasyonên hemwext li dijî şaneyên razayî li dar xistin.

Di encamê de, 38 çeteyên şaneyan ên DAIŞ’ê li gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê girtin.

Navendê diyar kir ku, piştî weregirtina agahiyên istibaratî, yekîneyên wan 21 hedef li gundên Zîban, Şihêl, Zir û Rojavayî Bisêra destnîşan kirin.

Paşê bi ser wan de girtin.

Bi van çeteyan re, miqdarek çek û cebilxane jî hat dîtin û ketin destê şervanan.

Leave a Reply

Back to top button