Êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava

Siyastmedarên herêmê der barê van êrişên dawî de axivîn ..
Di axavtinan de bang li şêniyan herêmê hat kirin ku haya wan ji niyetên hovane yên Tirkiyê hebe..
Lazime gelê herêmê xwedê li destkeftî û rêveberiya xwe ya xweser derkevin.

Pêr artêşa Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên ezmanî pêk anî.

Li dijî van êrişan bertekên tund derdikevin ..

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El Asî derbarê vê yekê axivî

“Divê hêzên navnetewî ji bêdengiya xwe derkevin “

Zêdan El Asî tekez kir ku heke hêzên navneteweyî bêdeng bin dê êrişên dewleta Tirk berdewam bikin û got :

“Em helwesta dewletên ku asîmanê herêmê kontrol dikin şermezar dikin ..

Divê hêzên navneteweyî helwesteke diyar li dijî vê yekê nîşan bide.

El Asî tekez kir ku QSD`ê şer naxwaze.

Lê heke bê xwestin, QSD`ê amade ye parastina bike ..”

“Divê gelê herêmê li ber xwe bide “

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî bi heman ermancê axivî û got :

Dewleta Tirk bi van êrişan ermanc dike ku herêmê vala bike û şêniyên wê bide koçberkirin ..

Mihemed Şahîn bang li gel kir ku li hember van êrişan berxwedanê bilind bikin.

“Dewleta Tirk dixwaze vîna gel bişkîne”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis jî bertek nîşan da ..

Talet Yûnis diyar kir ku Dewleta Tirk dixwaze projeya me ya demokratîk li herêmê têk bibe û ev got:

Dixwaze vîna gelê herêmê yê berxwedêr bişikîne.

Divê civata navneteweyî helwesta xwe ji van siyasetan û êrişan nîşan bide.”

Yûnis bang li şêniyên herêmê kir ku xwedê li destkeftî û rêveberiya xwe ya xweser derkevin û piştgiriya QSD bikin

Divê hikumeta Şamê axa Sûriyê biparêze”

Her wiha Yûnis bang li hikumeta Şamê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, û axa Sûriyê biparêze.

Back to top button