NY BANGA RAWESTANDINA “ŞERÊ IDLIBÊ” LI KONSEYA EWLEKARIYÊ DIKE

Bi bilindkirina şerê navbera rejîma Sûrî û opozîsyonê li Idlibê.. kordînatorê karûbarên mirovî li NY banga rawestandina şer li Konseya Ewlekariyê dike.

Kordînatorê karûbarên mirovî li NY Mark Lowcock, bang li Konseya Ewlekariyê kir ku rê li ber “êrîşa dijwar” a li parêzgeha Idlibê bigire.

Lowcock bêdengiya Konseyê şermezar kir û ji endamên Konseyê re wiha got:

Hûn bangên me yên berê paşguh dikin û di van 3 mehên borî de ev komkujî li ber çavên we çêdibin û we tiştek nekir.

Lowcock berê xwe da wan û pirsî..

“Dîsan hûn ê bixemsarî nêzî mijarê bibin.. an hûn ê li zarokên Idlibê guhdarî bikin û tiştekî ji wan re bikin.”

NEBENZYA: ROJAVAYÎ PARASTINA ÇETEYÊN LI IDLIBÊ DIKIN

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Rûsya yê NY Vasily Nebenzya jî di Konseyê de axivî û got:

Dewletên Rojavayî dixwazin “çete” li Idlibê bimînin, da wan li dijî hikumeta Sûrî bi kar bînin.

Heman tişt berî niha li rojhilatê Helebê û Xûtaya Rojhilatî çêbû..

Aniha jî dixwazin bi rêya propogandaya xwe vî tiştî li Idlibê dubare bikin.

Ango, gava dawiya her asêgehekê tê, Rojavayî rê li ber vê yekê digirin.

Leave a Reply

Back to top button