Şervanên Entrnasyonalîst ên YPG û YPJ’ê: em ê şoreşê biparêzin

Şervanên Enternasyonalîst ên YPG û YPJ’ê li dijî êrişan li ser Rojava daxuyaniyek hevpar dan.

Şervanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku dewleta Tirk bi armanca qirkirinê êriş dike û gotin;

“Armanc ji êrişan ne tenê QSD ye, di heman demê de civak bi xwe ye.

Tirkiyê bi van êrişan êrişî sembola herî xurt a şoreşê û berxwedaniya gel dike.

Her wiha hate diyar kirin ku bêyî destûra Rûsya û DYE’yê dewleta Tirk nikare êrîş bike.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Her kesên girîngiyê didin demokrasî, wekhevî û azadiya jinê divê xwedî li Rojava derkevin.

Bi ruhê enternasyonalîzmê jî berdêl çi dibe bila bibe, em ê şoreşê biparêzin.”

Endamên Koma ANTÎFA ji bo rojava meşiyan

Endamên koma ANTÎFA jî li bajarê Bremenê yê Almanyayê bi dirûşmeya “Rojava biparêzin” meşiyan.

Endaman bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kirin ku dest ji hevkariya li komkujiya Kurdan û dagirkirina Kurdistanê berdin.

Back to top button