Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 66 roje didome

Raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê navber di dome.
Di roja 66’an ya serhildanê de jî gel li qadan bû.
Li aliyê din hêzên dewleta Îranê careke din bi çekan êrişî gel kir û komkujî pêk anî.

Serhildan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî girtin, darvekirin û gulebaranên dewleta Îranê di roja 66’an de didome.

Di hefteya dehemîn ya serhildanê de jî gel bi daxwaza azadiyê daketin qadan.

Serhildana bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berfireh dibe

Li bajarên Serdeşt, Bokan, Mihabad, Sine, Seqîz, Merîwan, û gelek deverên din xwepêşandan berdewam bûn.

Her wiha li bajarê Pîranşehrê hezaran kes bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cenazeyên cangoriyên serhildanê oxirkirin.

Di merasîmê de welatiyan bi dirûşemeya ‘Kurd Belûç Azerî Azadî û Wekhevî’ banga piştgiriya serhildanê kirin.

Hêzên dewleta Îranê bi çek êrişî gelê Rojhilarê Kurdistanê kir

Di heman demê li bajarê Pîranşehr û Ciwanro, hêzên dewletê bi çeka Kileş û docka êrişî welatiyan kirin.

Di êrişan de gelek kes bi giranî birîndar bûn lê hêj girêdayî êrişan agahiyeke zelal nehatiye parvekirin.

Dewleta Îranê di nava 5 rojan de li Rojhilat 30 kes qetilkir

Li aliyê din li gorî bilançoyên xwepêşandanên 5 rojên borî, li Rojhilatê Kurdistanê de nêzîkî 30 kes hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzek mezin ya hêzên dewleta Îranê li bajarên weke Mihabad, Bokan, Merîwan, û Pîranşar hatiye komkirin.

Serhildana bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berfireh dibe

Weke din li ser asta Îranê jî li bajarên weke Tehran, Esfehan, Şîraz û deverên din xwepêşandan û çalakiyên xwepêşanderan berdewam bûn.

Di xwepêşandanên li bajarê Tehranê de piştgirya ji bo serhildanên li Kurdistanê hat dubare kirin.

Her wiha xwepêşandan û çalakiyên xwendevanên zanîngehan jî bi heman şêweyî berdewam bû.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li xwepêşandêrên girtî dibire

Li aliyê din duh Navenda Ragihandina Deshilatdariya Dadweriya Îranê ragihand ku li ser xwepêşanderek yê bajarê Tehranê cezayê darvekirinê hatiye birrîn.

Bi vê yekê re di nava hefteya borî de ev kesê 6’ê ye ku cezayê darvekirinê lê tê birrîn.

Back to top button