LI AVGANISTANÊ JI BER TEQÎNEKÊ 34 KESAN JIYANA XWE JI DEST, 17 JÎ BIRÎNDAR BÛN 

Li wîlayeteke Avganistanê teqînek rû da.
Heta niha 34 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Îro vê sibê, mayînek di basekê li ser rêya wîlayeta Herat a Avganistanê de teqiya.

Di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûn.

Piraniya wan jin û zarok in.

Berdevkê wîlayetê ragihand ku gava bas rêwî ber bi Kabula paytext ve dibir, mayîn teqiya.

Heta niha ti alîyî ev teqîn negirtiye ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button