HIKUMETA WÎFAQÊ LI WERGIRTINA ÇEKÊN TIRKÎ MUKUR HAT

Di çi welatekî xwedî nakok de, divê tiliya dewleta Tirk tê de hebe.. çi bi rêya piştevaniya darayî çi jî bi ya leşkerî.
Artêşa netewî ya Lîbî planên Qeter û Tirkiyê ku hewl didin li qada Lîbî pêk bînin, eşkere dike.
Hikumeta Wîfaqê jî li vê yekê mukur tê.

MISMARÎ: ÇETEYÊN LÎBYAYÊ RÛPOŞA DESTWERDANÊN QETER Û TIRKIYÊ NE

Destwerdana dewleta Tirk di welatên cîran û yên Rojhilata Navîn ne tiştekî nû ye.

Di Lîbyayê de jî, roleke sereke di şerê li dijî hêzên Xelîfa Hefter de digerîne.

Der barê vê de, berdevkê artêşê Ehemd Mismarî duh êvarî ji televizyona SKY NEWS re axivî û got:

Hevpeywendiyên telefonî yên di navbera rêxistina “Qaîdayê”, Qeter û Tirkiyê de çêbûn, ji cîhanê tevî re isbat dike ku tiştê me di salên borî de gotibû, rast in.

Ensar el-Şeri’ya, Keta’ib Ebû Selîm û bermahiyên Qaîda û rêxistina Ixwan el-Muslimîn a terorîst tenê rûpoş in da destwerdanê li Lîbyayê bikin..

Ew jî bi rêya Qeter û Tirkiyê.

Ev hevpeywendî navbera serçeteyê Lîbyayê Ebdulhekîm Belhac û fermandarekî payebilind ê Iwanan el-Muslimîn Elî el-Selabî çêbû.

Li gorî dahûrandinên hevpeywendiyan, Mismarî got:

Ez dibêjim, wê pergalên parastina asmanî yên Tirkî derbas bibin, an jî artêşa Tirk bixwe, ev jî wê bi pereyên Qeterî werin.

Mismarî diyar kir ku, êrîşên wan yên asmanî yên baregeha dewleta Tirk a dronan kiribûn armanc, dewleta Tirk pir tengezar kir.

Ji lew re, ji bo ku eyba xwe veşêrin, wê êrîşekê der heqê hêzên me de pêk bînin..

Li gorî Mismarî jî, wê ev yek bi piştevaniya yekser a Temîm û Erdogan be.

HIKUMETA WÎFAQÊ LI WERGIRTINA ÇEKÊN TIRKÎ MUKUR HAT

Daxuyaniya serokê hikumeta Wîfaqê Fa’iz el- Sîrac jî, ev yek piştrast kir û êdî fermî li wergirtina çekên Tirkî mukur hat.

Sîrac got:

Em di rewşeke pir aloz de ne û divê em parastina xwe bikin.

Em alîkariyê ji welatên hevalbend dixwazin, ji ber parastina gelê me mafekî rewa ye.

Ji bo şerê paytextê, ji bilî Tirkiye.. me gelek çek ji gelek welatan wergirtiye.

 

Leave a Reply

Back to top button