Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 68 roje didome

Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê navber di dome. Di roja 68’an ya serhildanê de jî gel li qadan bû. Li aliyê din duh êvarê di êrişa hêzên dewletê de 5 kes hatin qetilkirin.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jin û xwendekaran 68 roje didome.

Gel her roj bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dadikevin qadan û dewleta Îranê pirotesto dikin.

Li aliyê din êrişên hêzên dewleta Îranê jî her ku diçe zêdetir dibe.

Serhildana bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ berfireh dibe

Tevî hemû êriş û qetilkirin duh careke din li bajarên Ciwanro û Pîranşar yên Rojhilatê Kurdistanê gel daketin qadan û zilma dewleta Îranê pirotesto kirin.

Li Ciwanro hêzên Pasdaran bi awayekî hovane êrişî welatiyan kirin û raste rast gule baran kirin.

Di encama êrişê de herî kêm 5 xwepêşander hatine kuştin û gelek kes jî bi giranî birîndar bûne.

Hêzên dewleta Îranê li Ciwanro 5 welatiyên din qetil kir

Li aliyê din hate ragihandinê ku ji ber hêjmara zêde ya birîndaran li nexwaşxanneya Ciwanro kêmbûna xwînê derketiye.

Ji ber vê jî li gelek bajarên din bi taybet ji Kirmaşan bi sedan welatî berê xwe dan navendên xwîn dayînê.

Piştî vê yeke dewleta Îranê hêjmareke zêde ji hêzên Sipahîpasdaran ber bi Rohilatê Kurdistanê ve rêkir.

Çalakiyên welatian li ser asta Îranê jî bi taybet li bajarên Tahran, Zahîdan, Meşhed, Buşehir, Bender Ebas berdewam kirin.

Serhildana bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ berfireh dibe

Di çalakiyan de hêzên dewletê êrişê welatiyan kirin û pevçûn derket.

Heman demê de xwendevanên li zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî ldaketin kolanan û çalakiyên xwe dewam kirin.

Melayan li bajarê Sine jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Îran şeremar kirin, banga berdana kesên hatine binçavkirin kirin û gotin, divê daxwazên xwepêşanderan weren bicihanîn.

Back to top button