Hevseroka giştî ya HDP Pervîn Bûldan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di Koma Jinan a Parlamentoyê de li ser êrişên dewleta Tirk axivî û got: “Xeteriya esasî ya li ser pêşeroja gelan desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî û balkişand ser êrişên dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.

“Xeteriya esasî ya li ser pêşeroja gelan AKP Û MHP’ê ye”

Pervîn Bûldan diyar kir ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û teqîna li Taksîmê hatiye kirin, ji ber xwe ve nehatin kirin û got:

“Desthilatiya Tirkiyê li şûna ku vê tariyê ronî bikin, serî li siyaseta şer da.

Lê ev lîstika wan dê bi ser nekeve.

Divê Tirkiye zanibe xeteriya esasî ya li ser pêşeroja gelan, polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê ne ku li gel tên ferzkirin.”

“Destê xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikêşin”

Di dawiyê de Pervîn Bûldan diyar kir ku rêya çareseriyê guftûgo û muzakereye lewma divê Tirkiye destê xwe li ser gelên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikişînin.

Back to top button