Dema mijar dibe Kurd

Artêşa Tirk a dagirker îro êrişî Bakurê Hesekê kir. Di vê êrişê de navenda Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bû armanc. Di encamê de 2 endamên YAT’ê şehîd, 3 jî birîndar bûn.

Sala 2015’an di wextekî de ku beşeke mezin ji xaka Sûrî ket bin kontrola DAIŞ’ê.

Û li her devera Rojava şer dijwar bibû, di navbera Rûsya û Amerîkayê de peymanek hate mohrkirin.

Li gorî vê peymanê, qada azmanî ya Rojavayê Firatê di bin serweriya Rûsyayê,

Rojhilatê Firatê jî ket bin serweriya Amerîkayê.

Wateya wê jî ev e,

Bêyî destûra van herdû hêzan, ti welat nikare êrişên azmanî li dijî herêmê pêkbîne.

Her çendî pêwîstiya peymanê wiha be jî lê dema mijar dibe berjewendî û kuştina Kurdan, binpêkirina wê jî ewqas hêsan dibe.

Ji xwe tişta ku Çileyê 2018’an li Efrînê rû da nîşaneya vê rastiyê ye.

Lewma wê demê Rûsya di berdêla berjewendiyên xwe de rê da balafirên Tirk ku li dijî Kurdan komkujiyê pêk bînin.

Her çendî ev binpêkirina piştî dagirkirina Efrînê rawestiya be jî lê bi êrişa 19’ê Mijdarê re dîsa destpêkir.

Hevalbendiya ku Amerîka behsa wê dike ev e!

Lê vê carê ne tenê Rûs, Amerîkî jî eşkere qada azmanî li pêşiya balafirên Tirk vekirin.

Di roja 3’an a van êrişan de, sivîl têne kuştin, navendên binesaziyê tên wêrankirin.

Ambarên genim ku çavkaniyên jiyanê ne têne rûxandin.

Ev hemû li pêş çavên Amerîka û Rûsyayê pêk tên.

Û ji bo barê li ser milê xwe sivik bikin, xwedî giravê îdîa dikin ku haya wan ji êrişan tine ye.

Artêşa dagirker êrişî Bakurê Hesekê kir

Lê tişta îro li Hesekê rû da berevajî îdîayên Koalîsyon û Amerîkayê ne.

Balafirên bê mirov ên artêşa Tirk devereke Bakurê Hesekê bombardiman kirin.

Ev devera ku bû armanca êrişê jî ne ji rêzê ye.

Navenda YAT’ê bû armanca êrişê

Ew der baregeha hevbeş a Koalîsyon û Yekîneyên Antî Terorê yên Rojava-YAT’ê ye.

Demeke dirêj e endamên YAT’ê û yên Amerîkayê bi hev re li vê navendê kar dikin.

YAT li gel rêvebirina operasyonên taybet ên li dijî DAIŞ’ê, di heman wextî de erka parastina hêzên Koalîsyon û Amerîkayê girtiye ser xwe.

Di êrişê de 2 endamên YAT’ê şehîd bûn

Îro di encama lêdana balafirên dewleta Tirk de li vê navendê 2 endamên YAT’ê şehîd bûn.

Her wiha 3 jî birîndar bûn.

Hem şehîd û hem jî birîndarên YAT’ê bi salane pêşengiya şerê li dijî DAIŞ’ê dikin.

Û her carê hem Amerîka û hem jî endamên din ên Koalîsyonê pesnê wan didan.

Lê niha çend metro li çep û rastê wan pêşengên şerê li dijî DAIŞ’ê dibin armanca êrişên artêşa Tirk.

Pentagon: Beriya êrişan Tirkiyê me agahdar dike

Berpirsekî Pentagonê ji Kanal El Hurra re axivî û got, Tevgerên leşkerî yên artêşa Tirk ti zerarê nadin hebûn hêzên Amerîkayê.

Heman berpirsî ragihand ku artêşa Tirk beriya êrişan wan agahdar dike.

Back to top button