Parlamentoya Iraqê biryar bû li ser êrişên Tirk û Îranê bicivin

Parlamentoya Iraqê îro derbarê êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê li hev civiyan Beriya ku civîn destpê bike parlamenterên Iraqê axivîn û gotin: “Pêwîste Hikumet ji bo rawestandina êrişên Tirkiye, pêngavên diyar bavêje û hemû deriyên sînor li Tirkiyê bigre”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li ser Herêma Başûrê Kurdistan û Iraqê bê navber dewam dike.

Parlamentoya Îraqê biryar bû îro têkildarî mijarê lihev bicive û êrişên li ser axa Îraqê guftugo bike..

Lê bêyî ku sedem werin diyarkirin, civîn hat paşxistin…

Parlamenterên Iraqê: Divê hikûmet ji bo rawestandina êrişan gav bavêje

Parlamenterên Iraqê li ser êrişan ji Rojnews re axivîn.

Parlamenterên Iraqê Zeynep Musawî û Kazim Tuk li ser êrişên dewleta Tirk gotin; “Pêwîste Hikumet ji bo rawestandina êrişên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê, pêngavên diyar bavêje.

Wê di civînê de lijneyek ji bo şopandina karên hikumetê yên derbarê êrişan de were avakirin.

Tirkiye gaza jehrî bikartîne.”

“Pewîste hikûmeta Iraq hemû deriyên sînor li Tirkiyê bigre”

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Selah Temîm jî êrişên dewleta Tirk û Îran yên li ser serweriya Iraqê weke binpêkirina yasayî ya navnetewî binav kir û got;

“Pêwîste berpirsên Iraqê li dijî êrişên Tirkiye hemû deriyên sînor li Tirkiyê bigre.”

“Divê aliyên Kurd ji bo rawestandina êrişan biçin Bexda”

Her wiha Parlamenterê Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê Osman Sêderî jî diyarkir ku wan derbarê êrişan de, hefteya borî raporek radestî serokatiya Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê kirine.

Osman Sêderî diyar kir ku divê civîneke taybet li ser êrişan were lidarxistin û ev bang kir:

“Divê aliyên Kurd bi peyamekê biçin Bexda, piştre şandek fermî ya Iraq û Herêmê serdana Tirkiye û Îranê bikin da ku êriş werin rawestandin.”

Back to top button