QSD Nasnameya 2 şervanên ” YAT ” ku îro şehîd bûn eşkere kir

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrişa îro li ser hêzên Antî Terorê YAT’ê daxuyaniyek da û nasnameya 2 şervanên şehîd eşkere kir.

QSD’ê got: Di êrişê de 2 şervanên hêzên Antî Terorê YAT’ê şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn..

Hêzên YAT ew yekîne ne ku erka wan têkoşîna li dijî şaneyên Daiş’ê ye ku ji dema derbasbûyî û heta niha armanca êrişên dewleta Tirk in.

Di 22 Tîrmehê de jî fermandara hêzên Antî Teror Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û endama YAT Barîn bi bombebarana balafira dewleta Tirk li Qamişlo şehîd bûn..”

Li gorî daxuyanî QSD’ê nasnameya herdû şervanên YAT ên şehîd wiha ne:

Nasnav: Birûsk Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemed Xalid Ebdo
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Xalid
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Kobanê-gundê Kilutê-2003
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-22`yê Mijdarê-2022

Nasnav: Mizgîn Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Muntesir Beşîr Omer
Navê Dayikê: Fesîha
Navê Bav: Beşîr
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Serêkaniyê-gundê Sefih-2000
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-22`yê Mijdarê-2022.”

Li aliyê din jî QSD’ê têkildarî daxuyaniya Wezareta parastinê ya dewleta Tiker ku gotibû di encama êrişên hewayî de heta niha 184 şervanên QSD’ê şehîd bûne daxuyaniyek da.

QSD’ê got: “Ev agahî ne rast in. Di encama ev êrişên dawî de heta niha şervanekî me, 2 endamên ewlehiyê û 11 sivîl şehîd bûne.”

Back to top button