Riyad Derar: Êrişên li ser heremê encamên civînên Astanayê ne

Şandeyên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gihaştin Kazaxistanê da ku beşdarî civînên Astanayê bibin. 

Doh gera 19’an a civînên Astanayê li paytexta Kazaxistanê dest pê kir.

Hemwextê vê yekê êrişên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî zêdetir bû.

Hevserokê MSDʹê Riyad Derar derbarê mijarê de axivî.

Riyad Derar diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên civînên Astanayê ne û got:

“Hemû bûyerên ku niha rû didin, ji encamên lihevkirinên Astanayê, herêmên bêçek heta lihevkirinên heyî, didin nîşandan ku civînên Astanayê siyasetên Enqere û êrişên wê xêz dikin.

Bêdengî jî vê yekê piştrast dike. Plan dikin ku para Tirkiyê di Sûriyê de hebe. Her wiha para Îran û Rûsyayê jî hebe.

Di heman demê de plan dikin ku hemû hewldanên gelê Sûriyê yên banga azadiyê têk bibin û rejîmê wekî rengê xwe yê pêşîn dema ku li dewlet û li ser civakê serwer bû, vegerînin.”

“Bêdengiya hikûmeta Şamê encamê lihevkirinek e”

Derar li hemberî sûcên dewleta Tirk balkişand li ser bêdengiya hikûmeta şamê û got:

“Leşkerên hikûmeta şamê tên kuştin, bêdeng dimînin û dibêjin emê dema wî de bersiv bidin.

Em nizanin gelo ev bersivê li kuderê ye û dê kengî were dayîn. Bersiv pir û giran bûne ku nayên hijmartin.

Ev bêdengî nîşand dide ku lihevkirinek di navbere her du aliyan de heye.”

Divê siyaseta berxwedaneke domdar were sazkirin

Têkildarî gavên dîplomatîk ên MSDʹê yên bi armanca rêgirtina li ber van êrişan Derar ev tişt anî ziman:

“Divê peywendî bi hemû hêzn navneteweyî hebe. Ev peywendî hene û dewam dikin. Lê em dixwazin were guhdarkirin û helwestek were nîşandan.

Lê heta niha ev yek tune ye. Ji bo îmkanên berfirehbûna van êrişan jî dibe ku êriş bejahî be û îhtîmala ku bi êrişên hewayî sînordar be, ne mumkin e.

Lê divê gelê me hişyar be, balder be, li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide û siyaseteke ya berxwedanê ya domdar saz bike.”

Back to top button