Ciwanên herêma Firatê: Em ê axa xwe biparêzin

Ciwanên herêma Firatê bi dirûşma “Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meşê ji qada Jina Azad heta çerxerêya Aştiyê dewam kir.

Li wir, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê a herêma Firatê Mihemed Mehmûd bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin eniyên şer û xaka xwe biparêzin.

Mihemed Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelê herêmê bi rêya êrişên xwe qir bike lê ew dê li hember planên wê bisekinin û dev ji xaka xwe bernedin.

Back to top button