“Dewleta Tirk ermanc dike gel qir bike”

​​​​​​​Siyasetmedarê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk helwest nîşan dan .
Siyasetmedaran tekez kir ku demeke dirêj dewleta Tirk ev yek pilan dikir û got:
“Gelê me wê bi şerê gel ê şoreşgerî van êrîşan têk bibe.”

Dewleta Tirk ji 19’ê Mijdarê ve êrişên tund û bênavber li ser herêmê dane destpêkirin.

Ev êrişên bertekên tund bi xwe re tîne ..

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Navenda Girê Spî Sebrî Nebo li dijî êrişan axivî..

Sebrî Nebo diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike gelê kurd qir bike ..

Nebo tekez kir ku dewletên ku li dijî van êrişan bêdengin şirîkê dewleta Tirkin ..

“Ji bilî berxwedanê tu rê li pêşiya me tine”

Sebrî Nebo dibêje “dibe ku ev êriş dewam bike ,lê divê gelê amade be .”

Dawiyê Sebrî Nebo bang li gel kir ku tu rê ji bilî berxwedanê li pêş me tine lewma divê li ber xwe bidin ..

“Gel ji bo berxwedanê bi israre “

Bi heman ermancê Hevserokê Meclisa kantona Hesekê Xebat Silêman jî axivî û got :

Dewleta Tirk hincetên derew derdixe û îdia dike ku QSD li pişt teqîna li Stenbolê ye.

Derew û hincetên dewleta Tirk ne nû ne.

AKP’ê xwest senaryoyekê pêşkêş bike ku nîşan bide ku gelên herêmê gef e li ser dewleta Tirk .

Armanca wê ji vê yekê jî têkbirina projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser e.”

Silêman tekez kir ku divê hikumeta Şamê berpirsyariyên xwe bi cih bîne

Xebat Silêman baweriya xwe ya bi gelê herêmê anî ziman û got:

“Gel li hemberî hovîtiya dewleta Tirk di vebijêrka berxwedanê de bi israr e.

Back to top button