KNK’ê bang li aliyên Kursitanê kir ku, li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk helwesteke hevpar nîşan bidin.. Patriya Kesk a Kursitanê jî banga KNK’ê erê kir û banga serferberiyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dike.
KNK’ê di civîna xwe ya 27`ê Tîrmehê li Brukselê hat lidarxistin de, bangeke lezgîn ji partî û hêzên Kurdistanê kir da ku bigihîjin nêrîn û helwesteke hevpar li dijî dagirkeriya Tirkiyê.
Di vê çarçoveyê de jî, Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê diyar kir ku banga KNK`ê di demeke guncaw de hatiye da ku refa xwe li dijî gefan bikin yek.
Luqman Ehmê da zanîn ku Partiya Kesk a Kurdistanê yek ji partiyên Kurd a ku banga KNK`ê erê dike.
Her wiha Ehmê bang li hemû aliyên Kurd kir ku di zûtirîn demê de kongreya netewî ya Kurdistanê li dar bixin û ji bo rawestandina êrîş û gefan seferberî bê ragihandin.