Artêşa dagirker êrişî navendên petrolê kir

Êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ranewestiyan e.
Îro dîsa êrişî Til Rifet, Kobanê, Tirbespiyê û Dêrikê kir. 

Artêşa Tirk a dagirker îro êrişî navendên Petrolê kir.

Cihê gazê yê li Siwêdîka Dêrikê bû armanca topbarankirê.

Her wiha navenda petrolê li Çilaxa jî hat topbaran kirin..

Tirbespiyê, Dêrik, Kobanê û Til Rifet bûn armanc

Dagirkeran gundê Oda yê navçeya Tirbesiyê jî topbaran kir.

Heman dagirkerî êrişî gundê Xirab Eto yê Kobanê jî kir.

Navenda navçeya Til Rifet jî ji aliyê artêşa Tirk ve hat topbarankirin.

Şera- Bombeyên fisfor hatin bikaranîn

Doh jî dewleta dagirker êrişa li dijî gundê Tatmereş ê navçeya Şera kir.

Dîmen ji gund in. Tê xuyakirin ku êrişê de bombeyên fisfor bi kar aniye.

Balafirgeha Minixê yê Şehbayê bû hedef û têde 2 leşkerên Sûrî jiyana xwe ji dest dan.

8 Gundên Til Temir û Zirgan hatin topbarankirin

Li Til Temir û navçeya Zirganê jî êriş ranewestiyan e.

Doh bi şev 5 gundên Zirganê û 3 gundên Til Temirê bûn armanca êrişên dewleta Tirk.

Back to top button