MSD′ê civîneke fireh li Reqayê li dar xist, tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bandorên wê li ser herêmê şermezar kir.
Di civînê de endamên MSD’ê, partiyên siyasî yên Reqa, şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û endamên yekitiya rewşenbîran amade bûn.
Di civînê de, endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD′ê Elî Rehmûn axivî û diyar kir ku civata navneteweyî tu helwest li hember aloziya Sûriyê nîşan nedaye û got:
“Di vê pêvajoyê de divê em hevgirtî bin da ku li hember van êrişan li ser astên civakî, aborî û heta siyasî li ber xwe bidin.”
Rehmûn eşkere kir ku rojane bi Amerîka û Rûsyayê re di nav peywendaniyan de ne lê bersivdan heta niha qels e.
Her wiha rûspiyê êla El Bû Xemîs ê Reqayê Hisên El Raşid jî diyar kir ku êriş lihevkirîye û divê rê li ber van êrişan bê girtin.
Rûspiyê êla El Bû Xemîs ê Reqayê Hisên El Raşid anî ziman ku ew pêşniyar dikim ku şandeyeke rûspiyên eşîrên herêmê serdana dewletên Kendavê bikin û rewşa li vir ji wan re şîrove bikin.