Şefê rêjîma Tirk Erdogan îro careke din plana dagirkirina cih û warên gelê Kurd eşkere kir. Erdogan ê ku tenê bi êrişa balafiran razî nabe, got, Ew ê ji Colemêrg heta Hatayê tevgerên leşkerî pêk bînin.
Şefê Tirk Erdogan ê fermana komkujiya li dijî gelê Kurd dide peya da ku ew ê êrişa wan li dijî gelê Kurd berfereh bide.
Erdogan di axaftina xwe de eşkere kir ku ew bi asta êrişên heyî nerazî ye û got;
Tişta me bi balafirên şer, top û balafirên bê mirovî kirî, tenê destpêk e.
Ji Hatay heta Colemêrgê em ê li ser sînor xetekê nû ava bikin.
Erdogan: Em ê ji Til Rifat, Minbic û Kobanê destpêbikin
Li Sûrî em vê tevgera xwe bi Til Rifat, Minbic û Kobanê destpê bikin.
Şefê rêjîma Tirk diyar kir ku ew ê piştî van hersê herêman, berê xwe bidin deverên din jî.
Erdogan peyam da ku ew ê êrişa balafiran wan ranewestin û got,
Di dema xwe de wê tevgera bejahî destpêbike.