HPG: LI XAKURKÊ LEŞKEREK ARTÊŞA DEWLETA TIRK HAT KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Xakurkê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xist, di encamê de leşkerek hat kuştin. 

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 30’ê Tîrmehê li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa Tirk ku li Girê Şehîd Derwêş ya herêma Xakurkê bi cih bûbûn, çalakiya sekvanî li dar xist.

Di vê çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA LI AMEDÊ WEŞAND

Her wiha Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li navçeya Farqînê ya bajarê Amedê weşand.

HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir:

9’ê Hezîranê, gerîla li navçeya Farqînê ya bajarê Amedê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk ku ewlehiya bendava Farqînê digirtin çalakiyek pêk anî.

Di çalakiyê de li baregehê hat xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên artêşa Tirk nehat zanîn.

 

Leave a Reply

Back to top button