Ferhad Şamî: Dewleta Tirk derdora girtîgeha Çirkînê ya DAIŞ’ê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker îro jî ku herêm bê serûber da ber topan, girtîgeha Çirkîn ku girtiyên Daiş’ê tê de ne kir hedef.

Berdevkê ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê tiwîterê daxuyaniyek da ku tê de ragihan: “Artêşa Tirk a dagirker derdora girtîgeha Çirkînê ya li Qamişlo ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên ragirtin topbaran kir.

Her wiha Nivîsgeha Edalet û rehabîlekirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek derbarê êrişê de da.

Nivîsgehê diyar kir ku ev êriş bi armanca berdana girtiyan û ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê pêk hatiye.

Nivîsgehê bang li civaka navnetewî û aliyên peywendîdar kir ku rê li hember van êrişên hov bigre ku aramî û ewlehiya tevahî Cîhanê dixe metirsiyê bigre.

Back to top button