Seranserî gundên Cizîrê bi topavêj û balafiran hatin hedefgirti

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh kirine.
Piraniya gundên herêma cizîrî rastî êrişan hatin. Dewketa Tirk di êrişên xwe yên îro de bombeyên fisfor yên qedexekirî jî bi kar anî.

Seranserî erêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî rastî êrişên domdar yê dagirkeriya Tirkiyê tên.

Balafirên şer ên Tirkiyê gundên girêdayî herêma Cizîrê bi dijwarê bombebaran kirin.

Dagirkeran gundê Gir Qehfik ê Girkê Legê bi balafirên şer bombebaran kir.

Li navçeya Til Koçerê jî balafirên şer 4 caran êriş bir ser gundê Elî Axa. Di êrişê de birîndar hene.

Balafirên bêmirov 3 caran Stasyona Petrolê li gundê Girhok yê Çilaxa bombebaran kirin.

Gundê Şirik ê navçeya Dêrikê yê nêzî Sêmalkayê jî hat bombebaran kirin.

Li ser Stasyona gazê ya li gundê Siwêdiyê yê Dêrikê jî êriş çêbû û li gorî agahiyan ,2 welatî birîndar bûn.

Bîrên petrolê yên li gundê Oda 3 caran û gundê Girê Pirê jî rastî êrişan hat.

Balafirên şer li ser rêya navneteweyî ya başûrê Tirbespiyê li erebeya karkeran da. Di encamê de 4 karker birîndar bûn.

Li pêş çavên dewriyeyên Rûsya û Amerîkayê, balafiran stasyona Zerabe ya nêzî gundê Mela Ebas û stasyona Seîde ya nêzî gundê Girdîm yên Tirbespiyê bombebaran kirin.

Dagirkeran gundên bajarê Qamişlo topbaran kir

Gundên bajarê Qamişlo jî, ji êrişan nefilitîn.

Dagirkeran gundê Til Zîwan, herem şêxo, gundê Hîmo û Til Faris yên bajêr topbaran kirin.

Di encamê de li Til Faris ziyan gihaştin xetên kehrebê.

Balafireke dagirkeran li gundê Mesrefê yê Qamişlo jî erebeyeke welatiyan kir hedef.

Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Artêşa Tirk gundên Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Amûdê bombebaran kir

Dewleta Tirk bi bomeyên êrişî kampa Eyn Îsa û rêya M4 jî kirin.

Seatên nîvro jî 2 caran baregeha hevbeş a QSD’ê û hêzên Rûsyayê ya li taxa Hemra a navçeya Til Temirê hat bombebaran kirin..

Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd û 3 jî birîndar bûn.

Ya balkêş jî ew e ku beriya baregeh were bombebarankirin, hêzên Rûsyayê ji baregehê derektin û piştî bombebaranê vegeriyan cihê xwe.

Li Zirganê jî topbaran hebû û bi balafirê benda kontrolê ya Asyîşa Zirgan hat hedefgirtin.. Di encamê de 3 endamên Asayîşa Zirgan birîndar bûn.

Di topbarana li ser gundê Zêdiyê yê navçeya Zirganê de jî 2 welatî birîndar bûn.

Li navçeya Amûdê jî gundên Til Hemdûn, Til Kêf, Şorik Şermila, Haside û mezreya Ezedîn hatin topbaran kirin.

Back to top button