Li aliyekî gundên bajarê Kobanê jî dibin armanca êirşên dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk ti cuda naxe navbera can, dar û keviran her tiştî dide ber bembebaranê. Heya dibistanan jî bombebaran kir, û temamî rûxand. Her wiha gundên Şehbayê bê ser û ber hatin bembebaran kirin. Di encama li ser gundê Şehbayê 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Ji şeva 19 Mijdarê dewleta Tirk a dagirker bi top û balafirên şer û yên bê mirov êrişî herêmê dike.
Gund, bajar, nexweşxane, embarên genim û heyanî dibista bê serûber tên topbaran û bombebaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Koran ê rojavayê bajarê Kobanê, Şêxlera Jorîn ê rojavayê bajar bi çekên giran topbaran kir.
Ev dîmen, dibistana li gundê Koran ê rojhilatî bajêr e.
Ji duh ve jî topbarana li ser gundê Xirab Eto yê rojava û Girbeno yê rojhilatî bajar dewam dike.
Ev dîmen jî yê gundê Qerişkê ye.
Heta navendên tenduristiyê jî ji bobebarana dewleta Tirk neflitîn.
Duh li gundê Qeremox ê li rojhilatê bajêr, dewleta Tirk navenda tenduristiyê topbaran kir.
Her wiha artêşa Tirk bircekî peywengiyan li gundê Cîşan ê Kobanê kir hedef û bi temamî wêran bû.
Roja destpêkê ya êrişan jî Nexweşxaneya Coronayê ya Kobanê hat bombebarankirin
3 Gundên Şehbayê bi çekên giran hatin topbarankirin
Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundên Xirnêta, Hesecê û Samûqa yên herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.
Ji ber êrişan, 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyekî din, di saetên serê sibehê de artêşa Tirk gundên Til Medîq, Til Cîcan, û navenda Til Rifetê topbaran kirin.