“Dewleta Tirk armanc dike gelê herêmê koçber bike”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed helwesta xwe li dijî êrişan nîşan da û got:
“Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî herêmê dixwaze bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla veşêre.”

Telal Mihemed diyar kir ku Dewleta Tirk ji van êrişan hewl dide gelê herêmê bide koçberkirin û got:

“Dewleta Tirk hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe.

Dixwaze li her derê êrişî Kurdan bike.

Armanca wî tunekirina gelê Kurd e û guhertina demografiya Kurdistanê ye.”

“Dewleta Tirk hewl dide sûcên xwe veşêre”

Mihemed îşaret pê kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîne û got:

“Dewleta Tirk ji êrişa li ser herêmê xwest bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê veşêre.”

Mihemed bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê û tekez kir ku divê hikumet bi erka xwe rabe ..

Telal Mihemed bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bikin..

Back to top button