El Mihbaş: Dewleta Tirk sivîlan dike armanc

Hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş di civîneke çapmeniyê de axivî.
Mihbaş diyar kir ku bi êrişên li ser heremê ve xeteriya gitîgehên DAIŞ û kampê wan zêdetir dibe.
El Mihbaş bang li sûriyan kir ku xwedî li Rêveberiya Xweser û QSD`ê derkevin ku şerê terorê dike.

Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser civîneke çapemeniyê di avahiya Meclisa Rêveber a li Reqayê de li dar xist.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mehbaş axivî..

El Mihbaş diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka êrişên ve ti cûdahî nexist navbera baregehên leşkerî û sivîl de û got :

“Di rojên yekemîn û duyemîn de komkujî di nava sivîlan de pêk anîn ..

Di encama wê de 12 sivîl şehîd bûn.”

“Girtîgeh û kampên malbatên DAIŞ’ê li ser cîhanê xeter in”

El Mihbaş di dewama axaftinên xwe de ev yek anî ziman :

“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê hene ..

Li rojhilatê Hesekê jî kampa Holê ku zêdetirî 8 hezar malbat, jin û zarokên DAIŞ’ê dihewîne, hene.

Ev yek ne tenê li ser Sûriyê, lê belê li ser tevahî cîhanê xeter e.”

“Bi van êrişan ve xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmê zêdetir dibe”

El Mihbaş da zanîn ku dewleta Tirk derdora girtîgehekê topbaran kir û wiha domand :

“Armanc jê ew e ku van girtiyên ku ji 67 dewletên cuda ne, xilas bike. ”

Her wiha hişyarî da ku heke êriş berdewam bikin, xeteriya girtîgehên DAIŞ`ê û malbatên wan heye.

Divê civata navnetweyî rola xwe li hember vê bûyerê pêk bîne. ”

El Mihbaş destnîşan kir ku topbarana dagirkeriya Tirk serweriya Sûriyê binpê dike û wiha berdewam kir:

“Li gor pîvanên NY nabe dewletek gefê li dewletekê bixwe yan jî êrişî wê bike.

Ji ber wê jî divê NY û koalîsyona navneteweyî dagirkeriya Tirk a li dijî herêmê rawestînin.”

El Mihbaş bang li gel kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê li pişta Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin.

Back to top button