Artêşa dagirker bi dehan bajarên Rojava bombebaran kir

Ji doh sibê heta derengiya şevê êrişên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî ranewestiya.
Dewleta dagirerker li Dêrik, Tirbesipiyê Qamişlo heta Minbicê bi dehan dever topbaran û bombebaran kir.

Artêşa Tirk gundên Hoşeriyê, Seyada Cat û Tûxar ên Minbicê û gûndê Bendê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.

Artêşa dagir
ker doh derengiya şevê erebeyek li çerxerêya Osman Sabrî ya Qamişlo erebe kir hedef.

Di encamê de welatiyê bi navê Hisên Mecdîn (45) birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê ew rakirin nexweşeyê.

Beriya wê jî artêşa dagirker taxa Meyselon a qamişlo, nexwexaneya Covîd 19 a bajar jî topbaran kir.

Her wiha heman wextê êriş li ser gundên Seyda, Cehbel û Mişêrfe yên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê hate topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê careke din kargeha gazê ya Siwêdiyê jî kir hedef.

Di encama bombebaranê de kehrebe ji ser piraniya bajar û navçeyên herêma Cizîrê qut bû.

Dewleta Tirk a dagirker akademiyeke hêzên Sotoro yên Suryan, cihên petrolê li derdora Tirbespiyê jî kir armanc.

Back to top button