Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê xwest êriş bê sekinandin

Koma Dostaniya Kurd a Parlamentoya Ewropayê li Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê civîneke çapemeniyê li dar xist..
Koma Dostaniya Kurd diyarkir ku dewleta tirk a dagirker bi van êrişan sûcê şer dike.
Koma ê bang li yekîtiya ewropayê kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê rawestînin.

Di civîna çapemeniyê de ya li parlamentê hate ragihandin ku dewleta tirk sûcên şer dike û ev yek hat gotin:

“Dewlketa Tirk mirovên sivîl qetil dike..

Li dijî peyman û hiqûqa navneteweyî tev digere.”

“Divê ye li dijî êrişan bikeve nava tevgerê”

Berdevkê koma Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Andreas Shider êrîşên Tirkiyê û Îranê yên li ser xaka Iraqê şermezar kir..

Andreas bang li YE kir ku li dijî van êrîşan bikevin nava liv û tevgerê.

Alîkarê Serokê Koma Çep Nikolaj Willamson jî got:

“Êrîşên Erdogan derbeke ku li têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hatiye xistin ..

Eger dawî li êrîşan nîne divê Yekîtiya Ewropayê pêkanînên aborî û polîtîk li ser Tirkiyeyê ferz bike.”

Ji Koma Sosyal Demokrat Evîn Încîr jî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê û Kurdan biparêze.

Back to top button