“Êrişên Tirkiyê ewlehiya leşkerên me xist metirsiyê”

5 Roj di ser êrişên dewleta Tirk re derbas bûn.
Di vê pêvajoyê de komkujî li dijî sivîlan hatin kirin.
Çavkaniyên jiyanê hatin wêrankirin.
Şervanên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, li pêş çavên Amerîka û Rûsyayê hatin kuştin.
Piştî ku bombe li nêzî navendên wan ketin, neçar man daxuyaniyê bidin.
Û weke her carê asta nerazîbûnan ji gotina “em bi fikar in” derbas nebû.

Di roja 4’an a êrişên dewleta Tirk de, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyanî da.

Ev daxuyaniya Penatgon’ê piştî êrişa li dijî baregeha hevbeş a QSD’ê û hêzên Koalîsyonê hate dayîn.

Ango piştî ku bombeyên Tirk li nêzê baregehên koalîsyonê ketin.

Pentagonê dîsa behsa hevkariya Amerîka û QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê kir lê bi ti awayî negot,

Çima di vê pêvajioyê de endama NATO Tirkiyê êrişî van şervanan dike.

Ji daxuyaniya Amerîkayê diyar dibe ku yekane tişta fikarên wan zêde dike, jiyana leşkerên wan e.

Wekî din bang li Tirkiyê dike ku di mijara êrişa li dijî sivîlan de baldar be.

Di daxuyaniya xwe de Pentagon li şûna bêje, em ê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê rawestînin, tenê dilgiraniya xwe anî ziman.

Dîsa gotina ku ji sala 2018’an ve li ser zimanê rayedarên Amerîkayê di daxuyaniya Pentagonê de jî hate dûbaekirin:

Aloziya li herêmê bandorê li têkoşîna dijî DAIŞ’ê dike.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku ji ber êrişên Tirkiyê zirarê didin avahiyên binesaziyê û got,

Ji ber van êrişan em bifikar in.

Amerîka: Em watê didin fikarên Tirkiyê yên ewlehiyê

Pentagonê xwest şerê li herêmê raweste û got, ji bo pêkanîna agirbestê ew li gel Enqere û QSD’ê danûstandinên xwe dewam dikin.

Û piştî van fikar û metirsiyan, Pentagon dîsa jî êrişkariya Tirkiyê weke tedbîrên ewlekariyê yên rewa binav kir.

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê helwesteke mîna a Pentagonê nîşan da û got;

Aloziya li Bakurê Sûrî dibe sedem ku aramiya li herêmê têk biçe. Her wiha jiyana leşkerên Amerîkî jî dixe nava metirsiyê.

Fransa: Aramî û ewlehiya li herêmê xera nekin

Fransayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ew ji destewerdana Tirkiyê ya bejayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bi fikar in û got:

“Di serdemeke wiha de ku gefa DAIŞ’ê hêj dewam e, banga Fransayê ew e ku hewla têkbirina aramî û ewlehiya herêmê neyê kirin.”

Hemwextê vê helwesta Amerîkayê, şefê rêjîma Tirk Erdogan doh eşkere ragihand ku ew ê bi tevgerên mezin êrişî Kobanê, Til Rifat û Minbicê bikin.

Back to top button