Serhildana û girevên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû êrişên jî didome.
Li ser banga Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê welatiyan gireva giştî destpê kir.
Hêzên dewleta Îranê ji bo tepisandina vê yekê careke din êrişî welatiyan kir.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raperîna gelan a di bin pêşengiya jin û ciwanan de 70. roje berdewam dike.
Bi banga Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê re îro li piraniya bajaran esnafan bi girtina dikanên xwe dest bi girevê kirin.
Li bajarên Sine, Kirmaşan, Urmiye, Merîwan, Mehabat, Seqiz, Dîwandere, Bukan û gelek navendên din ên Rojhilatê Kurdistanê dikan hatin girtin û girevê despêkir.
Welatiyên li bajarê Mihabatê îro careke din daketin qadan û dewleta Îranê piotesto kirin.
Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 70 roj in didome
Di meşa li bajarê Ciwanro de hêzên dewletê careke din bi çek êrişî meşa kir û pevçûn derket.
Li gundê Mawîranyê ser bi bajarê Kamîran û li bajarê SerpolZahaw jî merasîma cangoriyên bi navê Kûreş û Foad hebû.
weke din Sendikayên Karkeran ên li Rojhilatê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekî zextên dewleta şermez kirin û daxwaza mafê karkeran kirin.
Li aliyê din piştî geş bûna serhildan lib û tevgera balafirên dewletê jî li Rojhilatê Kurdistanê pir zêde bûye.