Desthilata Başûrê Kurdistanê çavên xwe li bikaranîna kîmyewî digre

Ji Wezîrê Tenduristiyê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Saman Berzencî pirsa bikaranîna çekên kîmyawî jê hat kirin, lê bi gotina haya wan jê tune, ji bersivê riviya.

Wezîrê Tenduristiyê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Saman Berzencî îro dema ku li ser encama teqîna Silêmaniyê û Dihokê daxuyanî dida, pirsa bikarnaîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve jê hat kirin.

Peyamnêrê ajansa Rojnews’ê ji Saman Berzencî pirsî: “çima hikûmeta Başûr û Wezareta Tenduristiyê lîjneyeke lêkolînê li ser vê mijarê ava nake?” kir

Wezîrê Tendirûstiyê Saman Berzencî bi gotina li ser bikaranîna çekên kîmyawî agahî di destê wan de tune ji bersivdanê reviya.

Back to top button