Li Hesekê, Şehba û Şedadê merasîmên oxirkirina şehîdan hebû. Di merasîman de hate diyarkirin ku li ser rêya şehîdan wê dewam bikin û rê nedin dagirkeriyê ku destketiyên wan têk bibin.
Ji 19’ê mehê ve dewleta Tirk a qirker dest bi êrişeke berfireh li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî kiriye.
Di 22’yê mehê de jî dewleta Tirk êrişî navendeke hevbeş a Koolîsyona Navnetewî û YAT’ê kir û li vir 2 şervaên YAT’ê şehîd bûn..
Îro bi sedan welatî tevlî merasîma oxirkirina 5 şehîdan li goristana şehîd Dijwar a Hesekê bûn..
Yek ji rêveberên hêzên leşkerî di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew çeka şehîdan li erdê nahêlin û heya kêliya dawî li dijî dagirkeriyê wê li berxwe bidin.
Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin..
Şehîd di nava diruşmeyan de hatin oxirkirin.
Li Şehbayê 5 şervanên HRE hatin oxirkirin
Li Şehbayê jî cenazeyê 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê HRE hatin oxirkirin.
Bi hezaran welatî beşdarî merasîmê bûn û soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê dan.
Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk nikare vîna gel bişkîne.
Li Şedadê şehîd Enes El-Hemed hat oxirkiri
Li Şedadê jî şehîd Enes El-hemed hate oxirkirin.
Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seyf El Esker axifî û got:
“Em soz didin hemû şehîdan dê li ser şopa wan bin û xwestekên wan bi cih bînin.”
Piştî xwendina wesîqeya şehadetê, şehîd hat oxirkirin.