Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişan tên

Îro jî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji topbaranê nefilitî û bê ser û ber dagirkeran gelek gund topbaran kirin.Cihên sivîlan, binesaziya herêmê ku çavkaniya sereke a jiyana welatiya ne, dibin armanca dagirkeran. Ji gundên Tirbespiyê heta zirgan û Til Termir rastî êrişan hatin.

Dagirkeriya Tirk îro jî bê navber êriş li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn..

Gundên tirbespiyê, Qamişlo, zirgan, Til temir û amûdê ji seatên sibehê ve rastî topbaran û bombebaranê tên.

Gundên Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Temir û Zirgan hatin topbaran kirin

dîmenê ser watssap yê herem şêxo biherikînin

Tenê di nava seatekê de, Dagirkeriya tirk 8 caran Gundê Hasidê, Til Kêf ên Amûdê, rêya Elî Fero û gundê Herem Șêxo yê Qamişlo bi çekên giran topbaran kir.

Di topbarana ser gundê Herem Şêxo de, cîhê asayişê jî hat hedef girtin.

Yek ji cihên ku her di hedefa dagirkeran de ye, navçeya tirbespiyê ye.

Guundê Dugirê, Şehlomiyhê, Zorava, cihê petrolê yê girêdayî stasyona Seîde û 3 Depoyên genim hatin bombebaran kirin.

Her weha Gundên Mehrekan û Rotan ên Suryanan ku 6 km li bakur rojavayê navçeyê ne ji seatên sibehê ve tên topbarankirin.

Artêşa Tirk rêya Zirgan-Dirbêsiyê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker rêya navçeyên Zirgan-Dirbêsiyê, li beramberî gundê Til Emîr ê bakurê Zirganê jî bi çekên giran topbaran kir.

Dagirkeran gundnên Til Werd, Dada Ebdal û Rebîa yên Zirganê bi çekên giran topbaran kir.

Navenda navçeya Til Temir û gundewarên wê jî hatin hedefgirtin û rastî topbaranê hatin.

Dagirketan Gundê Dirdara û Qibûr Qeracnê yên bakurê navçeyê, Gozeliyê û Til Leben yên rojavayî navçeyê, heman demê herêma Sîna ya li navenda navçeyê bi çekên giran dan ber topan.

Back to top button