ŞAREDARÊ BERÊ YÊ ENQERAYÊ: PENABERÊN SÛRÎ BIÇEK BIKIN Û BIŞÎNIN SÛRIYÊ

Êdî dewleta Tirk penaberên Sûrî yên ku ji ber şer reviyan Tirkiyê, li gorî berjewendiên xwe bikar tîne.
Şaredarê berê yê Enqereyê Melîh Gokçek bang li hikumeta Tirkiyê kir ku penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê perwerde bike û çekan bide wan da ku li Sûriyê şer bikin.
Goçeke gef li Sûriyan xwe û tekez kir, eger sûriyekî ev yek red kir, bila ji Tirkiyê were derxistin.

 

Beriya demekê dewleta Tirk penaberên Sûrî yên ku ji ber şer reviyane Tirkiye weke gefekê li dijî dewletên Ewropî nîşan da.

Tirkiyê got eger ez sînorê xwe li pêşiya penaberên Sûrî vekim wê Ewropa 6 mehan xwe ranegire..

Ev penaber êdî bûne mîna amûreyekê di destê Tirkiyê de û li gorî berjewendiyên Tirkiyê tên bikaranîn.

Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û namzetê ji bo cîgiriya serokatiya AKP`ê Melîh Gokçek bang kir ku ciwanên Sûriyê yên temenê wan kêmî 35 saliyî, li baregehan di hundirê Tirkiyê de werin perwerdekirin û paşê wan bişînin Sûriyê ji bo ku şer bikin.

Gokçek got divê siyaseteke nû li Tirkiyê li beramberî gelê Sûriyê hebe û wiha gef li Sûriyan xwar:

Divê ciwanên Sûriyê yên li Tirkiyê bişînin baregehên perwerdeyê ku di hundirê Tirkiyê de hatine avakirin. Bi rêya komeleyên berpirsên gelê Sûriyê li tevahî Tirkiyê ku çi ciwanê Sûriyê yekê red bike, wê ji Tirkiyê were derxistin.

Herî dawî dewleta Tirk dest bi hemleya girtina gelê Sûriyê li bajarê Stenbolê kir.

Bi hezaran ji wan girtin û wan neçar dike ku belgeya “vegera birazîbûn” îmze bikin û paşê bi rêya otobusan ew birin nava Sûriyê û bi taybet Efrîna dagirkirî û Idlibê ku di bin serweriya Cebhet El-Nusra de ye.

Leave a Reply

Back to top button