Muwefeq El-Ehmed: Gel li dora QSD’ê ye

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq El-Ehmed anî ziman ku armanca êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e. 

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq El-Ehmed ji ANHA’yê re axivî.

Muwefeq El-Ehmed anî ziman ku Tirkiyê dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe û aloziyên xwe yê hundirîn derxe derve.

El-Ehmed bêdengiya hêzên navneteweyî jî şermezar kir û bang li wan kir ku helwestekê xurt li hember êrişan bidin.

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq El-Ehmed îşaret bi hevgirtina gel a bi QSD’ê re jî kir û wiha bi dawî kir:

”Gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hemû pêkhateyên wê li dijî êrişên dijminane yên dewleta Tirk a faşîst li dora QSDʹê kom dibe.”

Back to top button