Şêxê Eşîra Bergarayê Hawa Al Ogla diyar kirin ku ew bi QSD’ê re ne û wê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin.
Şêxê Eşîra Bergarayê Hawa Al Ogla diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser gelan li pey qirkirinê ye û got:
“Dewleta Tirk 6 roj in êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Ji Şehbayê heta bi Dêrikê bi balafirên bêmirov û balafirên şer bombeyan dibarîne, komkujiyan dike.
Bombeyan li ser dibistanan, nexweşxaneyan, stasyonên elektrîk û gazê dibarîne. ”
Hawa Al Ogla tekez kir ku bi êrîşan dixwazin destketiyên hatine bidestxistin tune bikin û wiha domand:
“Hewl didin gelê me bidin koçberkirin û bajar, gundên me dişewitînin.
Divê cîhan hemû li dijî dewleta Tirk rabe ser piyan û helwesetê nîşan bide.
Bi navê Eşîra Bergarayê em heta dawiyê bi hêza xwe re ne. “