9 Gundên herêmê bûn armanc

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava 6 rojin bê navber dewam dikin.
Doh derengiya şevê bêtirî 9 gundên herêmê bûn armanca êrişên dagirkeriyê. 

Dewleta Tirk stasyona petrolê ya li nêzî gundê Mele Ebas a navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

Leşkerên artêşa Tirk jî ji girê ku lê bi cih bûne gule avêtin herêmê.

Her wiha derdora gundên Mehrkan, Xwêlte, Girkê Şamo yên heman navçeyê da ber topan.

Li dijî Kobanê jî êrişên dagirkeriyê hebûn. Li vir artêşa dagirker 5 gundên Kobanê kirin armanc.

Li Şehbayê jî gundê gundê Um Hoş û bendava Şehbayê hatin topbarankirin.

Back to top button