ASTANA 13 ÎRO TÊ LIDARXISTIN

Bêyî amadebûna nûnerên rasteqîn ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, îro gera 13’an a danûstandinên Astana li paytexa Kazaxistanê Nûr Sultan tê lidarixistin.

Bi serperştiya hersê welatan Rûsya, Tirkiyê û Îran ku destê xwe li aloziya Sûriyê werdane pêk tê..

Her wiha Şandeyên Rêjîma Sûrî û aliyên girêdayî Dwwleta Tirk ku navê Opozsyonê li xwe dikin beşdar dibin..

Vê carê jî weke cara yekem, Iraq û Lubnan weke çavdêr amade dibin..

Di vê gerê de, wê civînên dualî û sê alî jî werin lidarixistin..

Bi hatina van şandeyan gel hev, mijara Idlib, Komîteya destûrî û Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser masyê ne..

Wê Astana 13 îro û sibe bidome..

Hêjayî bibîrxistinê ye, di 12 gerên derbasbûyî de, hersê welatan, Sûriyê derbasî pêvaojyeke nû a krîzê kirin û di encamê de bêyî peydakirina çareseriyê bi hezaran sivîl hatin kuştin û sed hezaran jî hatin koçberkirin..

Leave a Reply

Back to top button