KOŞKA SPÎ SAMANÊN MIHEMED ZERÎF DICEMIDÎNE

Waşinton, wezîrê karê derve yê Îranê ceza dike û rê li ber hevkariya nuklerî ji bo hinek welatan vedike.

Wezareta Xezîneya Amerîkî duh êvarî ceza li wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf birî.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev ceza cemidandina hemû samanên Zerîf li Amerîkayê digirin dest.

Berpirseke payebilind a Koşka Spî ragihand ku Zerîf “ajendeyên” rêberê bilind ê Îranê Elî Xaminayî vediguhastin û ji ber ew “berdevekê sereke yê rejîma Îranê ye”, ev ceza hatin birîn.

Mihemd Zerîf bê bersiv nema û got:

Sedem ew e ku ez “berdevkê sereke yê Îranê me”.. gelo rastî ew qasî biêş e?

Ev ceza bandorê ne li min, ne jî li malbata min dikin, ji ber ti samanên min li derveyî Îranê tune ne.

Zor spas ku hûn min weke xeteriyeke mezin li ser ajendeyên xwe dibînin.

Piştî vê yekê bi çend saetan, Şêwirmendê Koşka Spî John Bolton daxuyaniyek da.

Bolton ragihand ku welatê wî, wê cezayan ji ser çend welatan rake, ango wê bihêle ew hevkariya nuklerî ya sivîl bi Tehranê re dewam bikin û got:

Ev efû, wê tenê 90 rojî dirêj bikin.

Leave a Reply

Back to top button