Tirkiyê êrişî Zirgan û Şehbayê kir

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava 6 rojin bê navber dewam dikin.
Vê sibehê gundên Zirgan, Şehba û Eyn Îsa bûn armanca êrişên dagirkeriyê.

Artêşa Tirk vê sibehê gundê Hirbil û Semoqa yên Şehbayê topbaran kir.

Her wiha gundê Dadilwelda û Bobî yên Zirganê hatin topbarankirin.

Dagirkeran êrişî Eyn Îsa jî kirin û gundê Seyda yê girêdayî wê û kampa Eyn Îsa topbaran kir.https://bit.ly/3GEyzrA

Doh jî dewleta Tirk stasyona petrolê ya li nêzî gundê Mele Ebas a navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

Leşkerên artêşa Tirk jî ji girê ku lê bi cih bûne gule avêtin herêmê.

Her wiha derdora gundên Mehrkan, Xwêlte, Girkê Şamo yên heman navçeyê da ber topan.

Back to top button