ALMANYA BANGA EMERÎKAYÊ YA PARASTINA TENGAVA HORMUZÊ RED KIR

Aloziyeke din a Îranê.. Tengava Hormuzê ye.
Berî çend rojan Waşinton, banga avakirina hevpeymaniyeke navdewletî ji bo parastina Tengavê kiribû, lê hikumeta Berlînê ev yek red kir.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku welatê wî wê beşdarî xebata deryayî ya li Tengava Hormuzê nebe.

Li ser vê jî, balyozê Amerîkî yê li Berlînê bi tundî êrîşî hikuemta Almanyayê kir û got:

Erkek li ser milê Almanyayê heye û divê bi cih bîne..

Hêza herî mezin a aborî li Ewropayê, Almanya ye.. ev jî wê ji bo plana me li Tengava Hormuzê serkeftî be.

Balyozê Amerîkî got:

Ev çend roj in, Amerîka li benda erêkirina Almanyayê ye û we ji me re gotibû hîn mijarê gotûbêj dikin, lê paşê wezareta derve ev yek red kir.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas teqez kir ku ev yek ji bo asta şer li herêmê gurtir nebe, hatiye redkirin.

Lê bersiva wezîra parastinê ya Almanyayê ji ya Maas nermtir hat û diyar kir ew “banga Amerîkayê” lêkolîn dikin.

Leave a Reply

Back to top button