“Pêwîste gelê Kurd li hember êrişan yek dest be”

Çalakvanên navçeya Ranyayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezarkirin û li dijî êrişan banga yekîtiyê li gelê Kurd kirin. 

Çalakvan Feqe Mihemed derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê ji ROJNEWS’ê re axivî û got:

Ji bo rawestandina êrişên li ser Başûr û Rojava pêwîste gel bêdeng nemîne.

Divê hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê rê li ber êrişan bigirin.

Çalakvanê bi navê Hejar Mihemed jî anî ziman ji bo bidawîkirina êrişan pêwîste gelê Kurd bibe yek dest.

Hejar Mihemed bang li cîhanê kir ku pêşî li êrişên dewleta Tirk û Îranê ên li dijî Başûrê Kurdistanê bigirin.

Back to top button