2 ENDAMÊN MALA JINÊ YA HERÊMA FIRATÊ LI KOBANÊ HATIN OXIRKIRIN

30’ê meha borî li gundê Zormexar yê bakurê rojavayê kantona Kobanê dema erebeyek ji bin konê mertalên zindî vedgeriya bombeyekî çeteyên DAIŞ’ê li pey xwe hiştibû teqiya. Endama mala jinê ya herêma firatê û şofêrê erebê şehîd bûn. Doh şêniyên kobanê herdû şehîd bi merasîmekê oxirkirin.

Endama mala Jinê ya herêma Firatê Ayşe Mistefa Elî  û şofêrê erebê Xalid Kemal Ehmed di teqîna bombeya çeteyan de şehîd bûn.

Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîdan wergirtin û berê xwe dan goristana Şehîd Dicle.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Rêveberiya Xweser a Kobanê û Akademiya Şehîd Şîlan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin:

Emê rêya şehîdan bişopînin û li hember gefên li ser herêmê bisekinin.

Dawiyê cenazeyên şehîdan di nava sloganan de hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button