4 ENDAMÊN ASAYÎŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞEHÎD BÛN Û 6 SIVÎL JÎ BIRÎNDAR BÛN

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Germiyan şeva din êrîşî noqeteya Asayîşê ya bajaroka Kokis kirin.
Di encama êrîşê de 4 endamên asayîşê şehîd bûn û 6 kes birînbar bûn.

Têkildarî êrîşê Rêveberê Asayîşa Kokis Simko Cebar ev agahî dan Ajansa Rojnews’ê;

Di encama êrîşê de du karmendên me yên bi navê Aso Celal û Heyder Fuad şehîd bûn, û 6 kesên di nava wan de sivîl û pêşmerge û endamên asayîşê heyîn birîndar bûn.

Herwiha şeva din piştî ku hêzên pêşmerge hewara me hatin, di rê de bombeyek bi wan ve teqiya.

Pêşmergeyê bi navê Berzan Ehmed şehîd bû.

Mixabin îro danê sibehê yek ji pêşmergeyê birîndaran ê bi navê Piştîwan Mihemed ji bo rewşa wî a giran şehîd bû.

Bi giştî hemara şehîdan bû 4 û birîndaran jî 5.”

Leave a Reply

Back to top button