Gelê herêmê êrişên Dewleta Tirk şermezar kirin

Li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, bertek zêde dibin. Îro jî li Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Şehbayê li dijî êrişan çalakî hatin lidarxistin û bang hêzên gerantor hate kirin ku ji bêdenigya xwer derkevin û êrişên li ser herêmê rawestînin.

Gelê herêmê îro jî li qadan bû û êrişên li ser herêmê şermezar kirin.

Dayîkên Şehîdan yên Qmaişlo li pêş bargeha hêzn Rûsî çalakiyek li dar xistin.

Li vir, dayîkan daxuyaniyek dan û bang li Rûsya kirin ku li dijî êirşên dewleta Tirk li ser herêmê bi erkên xwe rabin.

Rêxistina The Free Burma Rangers-FBR li bajarê Qamişlo piştgiriya xwe ji xelkên Rojava raber kirin.

Şêniyên Hesekê jî li pêş bargeha Koalîsyona Navneteweyî ya li bakur bajêr xwepêşandanek li dar xistin.

Şêniyan bang li Koalîsyonê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û êrişên li ser herêmê rawestînin.

Şêniyên navçeya Çilaxa jî li dijî êrişan meşiyan.

Şêniyan bang li gelê herêmê kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedanê geştir bikin.

Yektiya Kedkaran a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermzar kirin.

Her wiha Partiyên siyasî yên li Helebê jî daxuyanî dan û û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dem dema avabûna Eniyek Niştimanî ye da ku herêmên dagirkirî bên rêzgarkirin û dewleta Tirk ji xaka Sûriyê bê derxistin.

Di dawiyê de, bang li hemê pêkhateyên Sûriyê hate kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk bi erkên xwe rabin.

Back to top button